Kurd1 Radyo web radyoyek e ku 24 saetan muzîk û stranên kurdî yên kevnar û gelerî ji arşîva dewlemend a Enstîtuya Kurdî ya Parîsê diweşîne. Radyo ji aliyê hunermend Issa Hassan ve tê birêvebirin û ji hemû herêmên Kurdistanê û ji diasporaya kurdî muzîkên bi zorê peyda dibin belav dike.